Nirxê lîreya tirkî careke din daket

Diyarbekir (K24) – Ji destpêka hefteyê ve bilindbûna diravên wek dolar û euro hember lîreyê tirkî didome. Dolar îro çarşemê ji 15.35 lîreyî derbas bû. Her wiha heman bilindbûn di euro de jî xwe nîşan dide ku euro ji 16.20 lîreyî derbas bû.

Ji 9ê Gulanê roja duşemê ve ango ji serê hefteyê ve bilindbûna dovîzan, bi teybetî jî ya euro û dolar a hember lîreyê tirkî didome.

Dolar bi 14.95 lîreyî dest bi vê hefteyê kiribû û ji 15.35 lîreyî derbas bû ku bilindbûna dolar hîn jî didome.

Heman bilindbûn di euro de jî xwe dide der ku euro bi 15.73 lîreyî dest bi hefteyê kiribû û ji 16.20 lîreyî derbas bûye.

Her wiha ji destpêka sala 2022an ve dolar û euro hember lîreyê tirkî gihîştine nirxê herî bilind.