Mesrûr Barzanî: Nabe mijara mafên destûrî yên gelê Kurdistanê weke karteke zextlêkirina siyasî li dijî Herêmê were bikaranîn

Dahata Herêmê bi yeksanî li ser hemû navçeyan tê dabeşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di konferanseke rojnamevanî de behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên ligel Hikûmeta Federal, mafên destûrî yên Herêmê û dawî guhartin û pêşhatên Iraq û navçeyê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, di heyama borî de çend mijar tên behskirin ku pêwîst e em ronahiyê bixin ser wan û hewl bidim bilez behsa wan bikin û eger pêwîst bike, em ê bi firehî wan şîrove bikin.

Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê

Em wek Hikûmeta Herêmê bi wê yekê re ne ku hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di deme xwe de bê kirin û hikûmetê rêkar û tedbîrên pêwîst ji bo hilbijartin di dema xwe de bê kirin wergirtine. Ev jî rêzgirtin li perensîpên demokrasiyê ye û hêvîdar im hemû alî jî bikarin li ser encamdana hilbijarinê li hev bikin.

Li parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdarên serbixwe Raperîn û Germiyan mûçe di dema xwe de nayê dayîn

Ji destpêka kabîneya nehem ve me gotiye ku ev hikûmet, hikûmeteke sertaserî ye û pêwîst e ecindeyên hikûmetê li hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe were cibicîkirin. Li ber vê rewangehê jî daxwaz hate kirin ku desthilat li ser parêzgeh û îdareyan bê dabeşkirin ta ku bikarin karûbarên xwe birêve bibin û di ber de berpirs bin.

Mixabin wek tê xwastin, ecindeya hikûmetê li hemû parêzgehan nehat cibicîkirin û li hin cihan dahata navxweyî zêde bûn û li hin cihan jî kêm bû.

Sê çavkaniyên dahata Herêma Kurdistanê hene, yek ji wan petrol e ku li rêjeya rûniştvanan û mîkanîzma kabîneyên berê hatiye destnîşankirin. Dahat bi yeksanî û dadperwerane tê dabeşkirin.

Çavkaniya duyem, dahata ku ji Hikûmeta Federal vet ê şandin e. Ew jî ji demeke dirêj ve nehatiye û hîn divê mehane daxwaza wê bikin, ta ji bo Herêma Kurdistanê bê terxankirin.

Dahata sêyem jî, dahata nepetrolî ye, ev jî ji dahata xalên sînorî, risûman û bacê û dahatên din pêk tê. Ev dahat li parêzgeha Duhokê û Hewlêrê zêde bûye, lê mixabin li parêzgehên din wek tê xwastin kar li ser nehatiye kirin. Ev jî bûye sedem ku mûçe li wan cihan bipaş bikeve. Ev jî cihê pirsê ye.  

Di rojên bê de daxwazê ji berpirsên parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareyên serbixwe yên Raperîn û Germiyanê dikim, bên ji min re behsa pirsgirêkên xwe bikin, da ku diyar bibe pirsgirêk navçeyî ne yan giştî ne û kî di ber kêmbûna dahatê de berpirsyar in.

Giraniya nirxê sotemenî û xwarekê

Di dema borî de ji ber belavbûna Koronayê, yan hişkesalî û şerê Rûsyayê li ser Ukraynayê û herwiha ji ber riftara hin bazirganan, nirxê sotemenî û madeyên xwarinê li hemû cîhanê û navçeyê bilind bûye, vê yekê bandor li ser giranbûna nirxê kelûpelan li Herêma Kurdistanê jî kiriye, ji ber wê me ji bo kêmkirina barê welatiyan tedbîr girtin, ji bo hikûmet bikare îdareya vê pirs bike.

Di vê çarçoveyê de, me nirxê elektirîkê ji nanxaneyan re kêm kir. Di hawerdekirina madeyên sereke yên xwarekê, lêxweşbûna gumrikê hatiye kirin û rêjeya gumrikê hatiye kêmkirin.

Me li gel hikûmeta fedralî jî li ser vê mijarê guftûgo kiriye û me lihev kir ku lêxweşbûneke gomrukî bo bazirganan hebe daku bikaribin pêdiviyên pêwîst bi erzan hawirdeya Îraq û Kurdistanê bikin. Em li ser vê mijarê berdewam dibin û hewl bo vê yekê didin ku ev bernameya han li Kurdistanê de berdewam be.

Derbarê sûtemeniyê de jî me biryar daye ku ev sotemeniya ji bo welatiyan pêwîst e ji parêzgehên din yên Îraqê yan ji welatên din were hawirdekirin. ji bo buhayê sotemeniyê li ser welatiyan giran nebe.

Enerjî û pêwendiyên bi Bexdayê re

Mijareke din, mijara enerjiyê di navbera Hikûmeta Herêm û Hikûmeta Federalî de ye, me pêştir jî li ser vê mijarê nîqaş kiriye û mixabin hinek car jî tê gotin ku Hikûmeta Herêmê pêbendî hin tiştan nebûye, ev ne rast e, me bi berdewamî hewl daye da ku kêşeyên heyî yên di vê warî de bi diyalog û di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin û nabe ti aliyek bi awayekî takekesî biryar di şûna gelê Kurdistanê de bide. Em xwedî destûr in û di destûrê de mafên gelê Kurdistanê hatine diyarkirin û bi ti awayî rê nadin ti aliyekî ku vê destûrê binpê bike.

Mixabin tê gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Hikûmeta Federal li ser wan mijaran nedaye, ev ne rast e me hem bi devkî û nivîskî bersiva Hikûmeta Fedralî daye, tiştê girîng ji bo me berejwendiyên xelkê Kurdistanê ne û têkilî û diyaloga me jî berdewam e. Em daxwaz ji Hikûmeta Federalî dikin ku bi rêya diyalogê ev kêşe werin çareserkirin û nabe mijara mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û her wiha mijara enerjiyê weke karteke zextlêkirina siyasî li dijî Herêma Kurdistanê were bikaranîn.

Tundûtûjiya li hemberê jinê

Gelek caran di ragihandinê de dibînin ku tundûtûjî li hember jinê tên kirin û hîn jî berdewam. Bi baweriya min, dibe ku neheqiyek li hember xelkê Herêma Kurdistanê bê kirin, eger bê gotin ku ev diyarde tenê li Herêma Kurdistanê heye. Li navçeyê bi giştî û li Rojhilata Navîn ev diyarde heye û divê jî nemîne.

ji bo ku tundiya li dijî jinan li Kuridstanê de nemîne û Kurdistan di vê warî de bibe mînak, me rêkarên pêwîst girtine ber xwe û berdewam dibin li ser rêkarên xwe. Divê civak û tak jî di vê warî de werin perwerdekirin û divê yeksaniya cinsî tiştek e em li Kurdistanê pê şanaz in û divê zêdetir girîngî pê were dayîn. Nabe Kurdistan bibe cihê ku tundûtûjî tê de berdewam be, ji ber wê em wek Hikûmet pabend in ku hemû rêkaran bigirin ji bo ev tawanên li hember her welatiyekî tên kirin, nemînin.

Avakirina 20 hezar xaniyan

Em pê hesiyane ku hijmareke zêde ya xelkê kirêcî, hejar û kêmdahat heye, lewre me li gel gelek aliyên têkildar guftûgo kir û biryar da ji bo hevkarîkirina ligel wan kesan, li seraserê Kurdistanê 20 hezar yekîneyên bicihbûnê ava bikin û bi qistên demdirêj bo wan werin dayîn. Ev dê ne projeya me ya dawî be û berdewam dibin li ser cibicikirina projeyên bi wê rengî.