Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsya şerê li Ukrayna û bandor û berketiyên wî şerî guftûgo dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 11.05.2022an li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Elbrus Kutrashev û şandeya pê re kir.
Di civînê da, Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsyayê pêşhatên dawî yên siyasî li Iraqê, derengmayîna prosesa hilbijartina Serokomar û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, têkiliyên Rûsyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de, tekez li ser pêdivîtiya destpêkirina diyaloga di navbera hêz û aliyên Iraqî de û hevkariya hevbeş ya ji bona li hevtêgehiştin û rêkeftinê li ser derbaskirina asteng û dijwariyên li pêşiya prosesa siyasî ya li welat kir.
Şer û pevçûnên li Ukrayna û bandor û berketiyên wî şerî li ser deverê mijareka din ya civînê bû û di vê çarçoveyê da her du aliyan hêvî xwestin ku bi zûtirîn dem ew şer bi dawî bibe.
Pêşhatên dawî yên herêmî bi giştî û çend pirsên din ku cîhê girîngiya hevbeş in, mijarên din yên civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsyayê bûn, ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Hewlêrê jî tê de amade bû.