Karsazên Bakur daxwaz dikin bazirganiya bi Herêma Kurdistanê re zêdetir bibe

"Eger pirsgirêka vîzeyê nebûya dê ji 100 hezarî zêdetir welatiyên Herêma Kurdistanê di bêhnvedana cejnê de serdana Bakur bikirina."
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Pêwendiyên bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de roj bi roj bihêztir dibin. Karsazên Bakurê Kurdistanê ji bo bihêztirkirina danûstandinên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de dixwazin karhêsaniya vîzeyê bê kirin. Karsaz dixwazin ku, Tirkiye ji Îranê zêdetir ji bazara Herêma Kurdistanê û Iraqê sûdê werbigire.

Li gorî daneyên fermî di maweya bêhnvedana cejna Remezanê de zêdetirî 70 hezar welatiyên Herêma Kurdistanê serdana bajarên Bakur kirine.

Karsazên Bakur dibêjin, heger pirsgirêka vîzeyê nebûya dê ji 100 hezarî zêdetir welatiyên Herêma Kurdistanê serdana Bakur bikirina.

Endamê Lijneya Şêwrê ya Komeleya Karsaz û Pîşesazan ya Başûrohilat (GUNSÎAD) Bedredîn Karaboga got; sala borî tenê ji Mêrdînê bihayê mîlyarek û 200 mîlyon dolar hinarde bo Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Li gorî Bedredîn Karaboga, heger ji bo çûnûhatinê asankarî bê kirin dê di kertên geştyarî, tendursîtî û pîşesazî de pêwendî bihêztir bibin.

Bedredîn Karaboga ji K24ê re ragihand: “Xelkê me yê Kurdistanê bi 10 roj, 15 roj li hêviya konsolxaneya Tirkiyeyê ye da ku vîzeyê bigire. Ev pirsgirêkeke mezin e. Em dixwazin bi dîplomasiya Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ev mesele bê çareserkirin. Bila Tirkiye ji bo dayîna vîzeyê asankariyan çêbike.”

Ji bajarên Bakur û Tirkiyeyê ji bo Herêma Kurdistanê kelûpelên xwarin û vexwarinê, avahîsazî, kiştûkal, cilûberg û madeyên kîmyewî tên hinardekirin. Li gorî nirxandina karsazên Bakur, hemû welatên cîhanê derdora %70-80 yê danûstandina xwe bi cîranên xwe re dikin lê belê danûstandina Tirkiye bi cîranên wê re derdorê %7 e.

Serokê GUNSÎADê Şahîsmaîl Bedîrhanoglu dibêje; ew dixwazin Tirkiye ji Îranê zêdetir ji bazara Herêma Kurdistanê û Iraqê sûdê werbigire û asta bazirganiyê bilind bibe.

Şahîsmaîl Bedîrhanoglu ji K24ê re eşkere kir: “Pîşesaziya Diyarbekirê pêş ketiye. Em êdî dikarin her tiştî hilberînin. Bi sedan kargehên me hene, li her kargehekê ji du hezaran zêdetir xebatkar dixebitin. Diyarbekir aramtir bûye. Lê em dixwazin ji Diyarbekirê bo bendera Mêrsînê riya şemendîferê bê çêkirin û rê û rêbana Diyarbekir û Deriyê Gumrika Xabûrê bê çêkirin. Heger ev xizmetguzarî bên kirin em ê bikaribin hilberîna Diyarbekirê zêdetir bigihînin bazara cîhanê. Em gelek girîngiyê bi pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re didin. Divê Tirkiye ji vê bazarê zêdetir sûdêwerbigire.”

Karsazên Bakur dibêjin; ew dixwazin rê û rêbana ji bajarê Rihayê heta Deriye Gumrika Xabûrê jî bê çêkirin, proyeja avdaniya kiştûkaliya Bakur bê temamkirin, kertên ajaldarî û pîşesaziyê zêdetir bên pişgtirîkirin da ku hilberîn û derfirotina bo Herêma Kurdistan û Iraqê zêdetir bibe.