Li Diyarbekirê 17 sazî û rêxistinan helmeta paqijiyê dan destpêkirin

Rayedarên şaredariyê dibêjin; ji vê helmetê armanca wan ew e ku Diyarbekir di nav bajarên Bakur û Tirkiyeyê de bibe paqijtirîn bajar.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê parêzgarî, şaredarî û sazî û rêxistanan ve ji bo mehekê helmeta paqijiyê hat ragihandin. Ji bo bajareke paqijtir, bername û çalakiyên ku dê di mehekê de bên kirin hatin pêşkêşkirin. Rayedarên şaredariyê dibêjin; ji vê helmetê armanca wan ew e ku Diyarbekir di nav bajarên Bakur û Tirkiyeyê de bibe paqijtirîn bajar.

Li Diyarbekirê ji aliyê Parêzgerî, Şaredariya Bajarê Mezin, sazî û rêxistinên civaka sivîl ve helmeta paqjiyê ya bi navê ‘Diyarbekir; paqijtirîn bajar’ hat ragihandin. Danasîna helmeta ku dê mehekê berdewam bike bi filmên anîmasyonê hat kirin.

Sektreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan got; li Diyarbekirê rojane nêzîkî 2 milyon û nîv ton zibil tê komkirin, divê hemû aliyên civakê bi hev re ji bo bajareke paqijtir kar bikin.

Sektreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan
Sektreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan

Ayhan Kardan ji K24ê re diyar kir: “Diyarbekir bajarekî mezin e, bi hezaran kargeh lê hene, ji van kargehan bi tonan zibil tên komkirin. Divê em Diyarbekirê paqijtir bikin, geştyar serdana bajêr dikin, armanca me ew e ku em bajarê xwe paqijtir bikîn. Em wekî şaredarî tenê nikarin hemû bajarî paqij bikin divê sazî û rêxistin jî piştgiriyê me bikin. Me seferberiya paqijiyê ya giştî da destpêkirin.”

Diyarbekir ji aliyê erdnîgariyê ve di nava 81 bajarên Bakur û Tirkiyeyê de 10emîn bajarê mezin e, serjimêra wê milyonek û 800 hezar e. Rojane bi hezaran geştyar serdana bajêr dikin û li şûnwarên dîrokî û kûçe û kolanên bajêr digerin.

Rayedarên şaredariyê dibêjin; da ku xwendekar, welatî, xebatkarên sazî û rêxistinan jî bedarî vê seferberiya paqijiyê bibin û bajarê xwe bi paqijiyê jî bidin nasîn ew van xebatan berfireh dikin.

Nûnerê Weqfa TEMA li Diyarbekirê Prof. Dr. Necmettîn Pîrînççîoglu got; ew hewl didin ku di mijara parastina paqijiya xwezayê de welatiyan perwerde bikin.

Nûnerê Weqfa TEMA li Diyarbekirê Prof. Dr. Necmettîn Pîrînççîoglu
Nûnerê Weqfa TEMA li Diyarbekirê Prof. Dr. Necmettîn Pîrînççîoglu

Prof. Dr. Necmettîn Pîrînççîoglu ji K24ê re diyar kir: “Em jî di vê helmetê de di warê paqijiyê de li dibistanan perwerdeyê didin. Dema ku mirov girîngiyê bi parastina av, daristan, zevî û xwezayê bide wê demê mirov ziblan jî berhev dike.”

Armanca helmetê ew e ku, bajar her paqij bimîne, girîngiya bajareke paqij bi welatiyan bidin zanîn, welatî bizanin dê ji ziblan çawa sûd bê wergirtin û bi xebatên piçûk dê xweza çawa bê parastin. Helmeta paqijiyê ji aliyê 17 sazî û rêxistin ve bi xebateke hevpar dê were birêvebirin. Helmet dê mehekê berdewam bike.