Wezîrê Derve yê Iraqê daxwaz dike malbatên Iraqî yên li Kampa Holê bên vegerandin

“Divê Hevpeymaniya Navdewletî di veguhestina wan 500 malbatên Iraqî de ku li Kampa Holê dijîn, alîkar be.”

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên tekezî li ser vegerandina 500 malbatên Iraqî yên li Kampa Holê kir û ragihand, divê Hevpeymaniya Navdewletî ji bo veguhestina wan alîkar be.

Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, Wezîrê Derve Fuad Husên li bajarê Marakeşê yê Mexrîbê (Fas)  beşdarî civîna wezîrên welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bû.

Fuad Husên di civînê de axivî û pesnê hewlên Amerîka, Ewropa, Interpol, Komkara Erebî û Neteweyên Yekbûyî yên li hember terorê da.

Husên di axaftina xwe de amaje bi girîngiya bidawîanîna kêşeya mirovî ya li Kampa Holê kir û got: “Divê Hevpeymaniya Navdewletî di veguhestina wan 500 malbatên Iraqî de ku li Kampa Holê dijîn, alîkar be.”

Wezîrê Derve yê Iraqê ji welatan daxwaz kir, rêkeftinên navdewletî yên derbarê Iraqê de û pabendbûna xwe ya têkoşîna li dijî terorê, cîbicî bikin, ku avakirina cihên wêrankirî û cîbicîkirina sozên Kongreya Kuweytê ne.