Li Şingalê ji ber şerê PKKê, bi sedan xwendekar ji xwendin dûrketin

Mamosteyek dibêje: Li Xanesor û Sinûnê hejmareke mezin ji xelkê koçber bûne û zarokên wan bê xwendin mane

Şingal (K24) – Şerê di navbera PKK û artêşa Iraqê de li Şingalê, ji bilî ku bûye sedema koçberbûna xelkê herêmê, ziyaneke mezin gihandiye proseya perwerdeyê û bi sedan xwendekar bê xwendin mane.

Çalakvana sivîl Samiya Şingalî ji K24ê re got: Hejmarek ji xelkê herêmê ne ji mêj ve vegeriyane ser cih û malên xwe, careke din rûbirûyî malwêranî û koçberbûnê bûne. Şerekî derûnî li hember wan tê kirin û şerê vê dawiyê jî bandoreke mezin li ser jiyana xelkê Şingalê kiriye.”

Welatiyê Şingalî Xelef Xelîl got: “Şerê niha yê li Şingalê, bandoreke mezin li ser bazar û jiyana xelkê kiriye û em dikarin bibêjin ku jiyan û karûbarên xelkê rawestiyane.”

Şerê di navbera hêzên ser PKKê ve (YBŞ) û artêşa Iraqê ji bilî wê yekê, ziyaneke mezin gihandiye proseya perwerdehiyê bi sedan xwendekar ji xwendinê dûr ketine. Di vê derbarê de mamosteyekî herêmê yê bi navê Ilyas Xanim ji K24ê re got: “Li Xanesor û Sinûnê hejmareke mezin ji xelkê koçber bûne û zarokên wan bê xwendin mane.”

Rêveberê Perwerdehiya Şingalê Miyeser Hacî ji K24ê re got: “Bi hevkariya Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gelek hêsankarî ji xwendekarên ku ji ber şerê li Şingalê koçber bûne hatine kirin û hemû pêwîstî ji wan dê werin dabînkirin, ji ber ku xwendekar hene di dema koçberbûnê de pirtûkên xwe jî li şûn xwe hîştine.”

Rêveberê Perwerdehiya Şingalê got jî: “Ev rewşa rû daye, ji aliyê derûnî ve, bandoreke gelekî xirap li wan xwendekaran kiriye.”