Mesrûr Barzanî razemendî da 21 milyar Dînar ji bo projeya ava vexwarina Hewlêrê bê xerckirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî da, li ser budceya veberhênanê ya Wezareta Şarewanî û Geştûguzar, 21 milyar Dînar ji bo cibicîkirina projeya parastina boriya ava vexwarinê ya Hewlêrê bê xerckirin.
Wezareta Şarewanî û Geştûguzar ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî daye li ser budceya veberhênanê ya Wezareta Şarewanî û Geştûguzar, 21 milyar Dînar ji bo cibicîkirina projeya parastina boriya veguhastina ava Îfraz 3 li bajarê Hewlêrê bê xerckirin.
Diyar kir jî, cibicîkirina vê projeyê, dê bandoreke mezin li ser baştirkirina proseya dabînkirin û dabeşkirina ava vexwarinê li ser welatiyên Hewlêrê bike.
Wezaretê destnîşan kir, pereyên vê projeyê bi awayekî nextî û bi qonax li ser budceya veberhênana Wezareta Şarewanî û Geştûguzar tên xerckirin.