2 wêneyên Mehmet Mahsûm Sûer di nav baştirîn 100 wêneyên sala 2021’an de cîh girtin

author_image Siddik Eren
Wêneya Mehmet Masûm Sûer
Wêneya Mehmet Masûm Sûer

Diyarbekir (K24) – 2 wêneyên hunermend û wênegirê Kurd Mehmet Masûm Suer ku li baxçeyên Hewsel a Diyarbekirê kişandibû di nav 100 baştirîn wêneyên sala 2021’an de ciyê xwe girtî ye. Li gor encamên ku ji aliyê 35 AWARDSê ve di 11’ê Gulanê de hatiye ragihandin, di nav 100 wêneyên 2021’an de 2 wêneyên wênegirê Kurd Suer jî cîh girtî ye.

Pêşbirka navneteweyî 35 AWARDS bi piştgiriya 20 saziyên wênegirî yên cihanê tê lidarxistin û yek ji mezintirîn pêşbirka navneteweyî ya wêneyan e ku li Rûsyayê tê lidarxistin. Pêşbirka bi navê “100 best photos of the year” a 2021’an de; ji hemû cîhanê di 23 beşande, 124  hezar 800 wêne beşdar bûne û 100 wêneyên baştirîn ji nav wan hatiye bijartin.

Di destpêka sala 2022’an de jî wêneyeke wênegirê Kurd Mehmet Masûm Suer ku li Nemrûd a ser bi bajarê Semsûrê ve ye kişandibû, di pêşbirka navneteweyî ya Birîtanyayê de ku ‘40 wêneyên li cîh û wargehên dîrokî hatinekişandin’ dibijêre de, hatibû bijartin û cîh girtibû.

Wêneya Mehmet Masûm Sûer
Wêneya Mehmet Masûm Sûer
Mehmet Masûm Sûer
Mehmet Masûm Sûer