Li Mûsilê 9 serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin

"Ji bo xweteqandinê, kembera bombekirî amade kiribûn."

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Îstixbarat û Lêkolînê ya Iraqê ragihand, tîmên wan bi hevahengiya ligel Fermandariya Hêzên Hevbeş rûbirûyî hejmarek serkirdeyên diyar ên DAIŞê bûne û ji wan 9 kes kuştine.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û ragihand, di çalakiyeke bêhempa de Ajansa Îstixbarat û Lêkolînê ya Iraqê ya ser bi Wezareta Navxwe, bi hevahengiya ligel Fermandariya Hêzên Hevbeş li çiyayên Eddaye yên li rojavayê bajarê Mûsilê, hejmarek tunelên çekdarên DAIŞê dîtine û piştre bombebaran kirine.

Herwiha eşkere kir, di vê çalakiyê de 9 serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin, ku ji bo xweteqandinê, kembera bombekirî amade kiribûn.