Berasteng daxwaza cîbicîkirina mafên xwe dikin

Di hefteya kêmendaman de, berasteng balê dikşînin ku di nav civakê de, hêj jî berasteng wek astengî tên dîtin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di hefteya kêmendaman de, berasteng balê dikşînin ku di nav civakê de, hêj jî berasteng wek astengî tên dîtin û di gelek warên jiyana rojane de jî tên jibîrkirin. Berastengan ragihandin ku ew naxwazin tenê salê carek û du car bên bibîranîn û di demên din de hebûna wan bê jibîrkirin, loma jî daxwaz dikin ku li hemû qadên jiyanê hebûna wan bê fikrandin û sazûmanî bên kirin.

Bi mebesta 10 û 16ê Gulanê Hefteya Berastengan, Federasyona Pêkhateyên Bêastengî bi daxuyaniyekî pirsgirêkên xwe ragihandin û daxwaz kirin ku berasteng  jî divê  wek pêkhateyên civakê bên dîtin û ji astengiyên ku di veguhastinan de tên derxistin heta kêşeyên kar peyda kirinê û kêşeyên wan yên din bên çarser kirin da ku ew jî zêdetir beşdarî jiyana rojane bibin.

Endama Rêvebiriya Komeleya Berastengên Dîtînê ya Dîcleyê Semra Dolar jî ragihand ku pirsgirêk û astengiyên ku ji berastengan re tên derxistin hene û divê kêmendam jî wek endamên civakê bikarin bi hêsanî di nav jiyana civakî û rojane de cîh bigirin.

Semra Dolar ji K24ê re diyar kir: “Yanî di demên ku em digerin yan jî veguhastin dikin, bi gelek kêşeyan re rûbirû dimînin û nikarin bi hêsanî bigerin. Loma em balê dikşînin ku gelek rê û binesazî li gor pêwistiya me nehatine danîn. Wek mînaq em li tiribêlan siwar dibin, pirsgirêkan dijîn, dîsa helwestên hin şofer û welatiyan jî weka ku me metirsiyekî dibînin me nerihet dikin. Ev helwest û pirsgirêk jî bo me kêşeyên serekî ne.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li gor daneyên fermî %12’ê civaka li Tirkiyê berasteng in, lê ji ber jiyana civakî û rojane li gor pêwistiyên berastengan nîn in jî, tenê ji sedî yekê wan dikarin beşdarî jiyana civakî û rojane bibin.

Hevseroka Komisyona Berastengan a Partiya  Demokratîk a Gelan HDP’ê  ya Diyarbekirê Hatîce Betul Çelebî jî ragihand ku divê hişmendiya civakê bê guhartin da ku berasteng xwe di nav civakê de normal hêst bikin.

Hatîce Betul Çelebî ji K24ê re diyar kir: “Em bi zelalî nizanin ku çiqas berasteng li Tirkiyê hene. Daneyekî hatiye ragihandin ku ji %12’ê civakê berasteng in. Lê em ji sedî yekê wan jî di jiyana rojane de, yan jî li kargehan nabînin. Ew berasteng ji cviakê tên îzole kirin û jiyana xwe wisa derbas dikin. Loma jî divê hişmendiya heyî bê guhartin û berasteng jî wek pêkheteyên civakê bên dîtin û binesazî jî li gor wê bê saz kirin. Wê demê berasteng jî dê bikarin zêdetir beşdarî jiyana rojane û civakî bibin.”

Berasteng  daxwaz dikin ku mafên kêmendaman li gor nirx û pîvanên gerdûnî bên cîbicîhkirin da ku kêmendam jî her carê xwe ji jiyana normal kêm nebînin.