Delîl Dîlanar: Min gelek bêriya welatê xwe kiribû
Diyarbekir (K24) - Hunermendê kurd ê navdar Delîl Dîlanar dê piştî 27 salan li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê konsertan bide. Delîl Dîlanar ji beriya konserta Diyarbekirê ji Kurdistan24ê re axivî û got; wî li xerîbiyê her bêriya welatê xwe dikir, lê her çi qas piştî 27 salan be jî ew şanaz e ku dê bi hezkiriyên xwe re bê cem hev û dawiyê li hesreta dilê xwe bîne.
Delîl Dîlanar dê pîştî 27 salan li bajarên Bakurê Kurdistanê; Diyarbekir, Mêrdîn û Rihayê konsertan bide. Delîl Dîlanar yek ji hilgirên kevneşopiya dengbêjiyê ye û hunermendek e ku li herêma Serhedê zarokatiya xwe derbas kiriye, li dîwanên gelek dengbêjên mezin û bi taybetî li dîwana mamê xwe Hisênê Mûşî rûniştiye. Delîl Dîlanar got; wî gelek bêriya welatê xwe kiribû, vegera welat bo wî wekî xewn û xeyalan bû.
Dîlanar ji K24ê re ragihand: “Dema ku ez vegeriyam Tirkiye û çûme bajar û gundê xwe bi rastî min hestek cûda jiya. Wekî hunermendekî ez kelecaneke mezin dijîm ku piştî bi salan vedigerim welatê xwe lê nikarim vê kelecanê bi gotinan bînim zimên. Bo me xeyalek bû ku em vegerin welatê xwe û li gel guhdarvanênên xwe stranan bibêjin.”
Delîl Dîlanar di sala 2015an de vegeriyabû Tirkiyeyê lê belê piştî 27 salan yekem car e ku dê konsertan pêşkêş bike. Ji bo ku Delîl Dîlanar guhdarî bikin, ji gelek bajarên Bakur û Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê gelek kes hatine Diyarbekirê. Delîl Dîlanar ê ku ji mamosteyê mezin ê meya kurdî Egîdê Cimo perwerdeya hin amûrên muzîkê dîtiye dibêje; ew xwe wekî dengbêjekî pênase nake lê belê hewl dide ku stranan klasîk bi amûrên hemdem pêşkêş bike.
Dîlanar destnîşan kir: “Îro ji min re dibêjin dengbêj lê belê ez ji xwe re nabêjim dengbêj; lewra dengbêjî bi xwe arşîv e, dengbêj mijarên evîn, siyasî û jiyanê hemûyan di mejiyê xwe de dihillîne. Dengbêj wekî pirtûkxaneyekê ne. Ez ji xwe re nabêjim dengbêj, em stranbêj in, hunermend in, em hunermendên vê demsalê ne. Em hinekê di nav muzîka hemdem û ya kevin de em diçin tên.”
Delîl Dîlanar di sala 1996an di şahiyekê de stranên kurdî gotibûn û piştî wê yekê neçar ma ku welatê xwe şûnde bihêle û derbasî Ewrûpayê bibe. Wî heta niha 5 albûm derxistine. Delîl Dîlanar dê 13ê Gulanê li Diyarbekirê, 14ê Gulanê li Mêrdînê, 15ê Gulanê li Rihayê û di 28ê Gulanê de jî li Stenbolê konsertan bide.