Li Amerîkayê li nêzîkî dibistanan 500 gor hatin dîtin

Di encama lêkolîna aliyên pêwendîdar ên hikûmeta Amerîkayê de, li nêzîkî 50 dibistanan, 500 gor hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama lêkolîna aliyên pêwendîdar ên hikûmeta Amerîkayê de, li nêzîkî 50 dibistanan, 500 gor hatin dîtin, tê texmînkirin ku ew gorên zarokên Çermesor in.

Wezîra Navxwe ya Amerîkayê Deb Haaland di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Her yek ji wan zarokan endamên malbatên winda bûn, bi awayekî tirsnak ji jiyanê hatine qutkirin.”

Deb Haaland ku ew bi xwe jî ji malbateke Çermesor e, diyar kir; vekirina nêzîkî 400 dibistanan bi mebesta bi awayekî zindî binaxkirina zarokên resen ên Amerîkayê ji destpêka sedsala 19an û beriya 150 salan dest pê kiriye û dibêje: “Bi rêya wan dibistanan, hewla jêbirina nasnameyên wan hat dayîn.”