Zanîngehên Duhok û Îstînye li Stenbolê konferaseke bijîşkî pêk anîn

Li Stenbolê bi hevkariya Zanîngeha Duhok û Zanîngeha Îstînye 4emîn konferansa navdewletî ya nexweşiyên zarokan pêk hat.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Stenbolê bi hevkariya Zanîngeha Duhok û Zanîngeha Îstînye 4emîn konferansa navdewletî ya nexweşiyên zarokan pêk hat. Ji Herêma Kurdistanê ji zêdeyî 100 bijîşk beşdarî konferansê bûn û li gel bijîşkên ji welatên cuda bandora şer li ser derûnî û tenduristiya zarokan gotûbêjkirin. Hat ragihandin di 10 salên dawîn de ji zêdeyî 2 milyon zarok li herêmên şer mirine û niha jî 12 milyon zarokên penaber hene.

Bi hevkariya Zanîngeha Duhok û Zanîngeha Îstînye li Stenbolê bi beşdariya hejmareke zêde bijîşkên ji 25 welatan konferansa navdewletî ya bijîşkî ya zarokan hat lidarxistin.

Ji parezgariyên Duhok, Hewlêr û Silêmanî ji zêdeyî 100 diktorên Kurd beşdarî konferansê bûn û li gel pisporên ji Ewropa, Amerîka û welatên din hatin nexweşiya zarokên li cîhanê, tesîra şer û koçberî ya li ser zarokan gotûbêjkirin.

Prof. Dr. Xelef Gergerî ku serperîştiya konferansê kir amaje kir zarokên ji ber şer dibin koçber, bêhtir ji hêla derûnî ve zehmetiyên mezin dikêşînin.

Gergerî ji K24ê re eşkere kir: “Arîşeyên herî mezin ew e ku arîşeyên derûnî ne. Piştî vê nexweşiyên din ên mezin li nava zarokan mezin dibin. Piştî zarok koçî welatên cuda dibin li wan deran jî bi nexweşiyan dikevin. Li gel vê bi civatekî cuda re bi awayeke hêsanî aşina nabin û ev jî tesîreke xerab li ser derûnî û tenduristiya zarokan dike.”

Dr. Muhammed Hasan jî destnîşan kir: “Bi rêya vê konferansê divê em peyameke karîger û zanistî bigihînin bo tendûristiya hemû zarokên cîhanê. Bi taybetî jî divê em bijîşkên Kurd ji welatê xwe Kurdistana xoşewîst xizmetên çaktir bikin bo dahatûya zarokên welatê xwe da ku pêşeroja me ronaktir bibe.”

Di konferansa navdewletî de ku ev cara 4an tê sazkirin bal hat kişandin ser bandora şertên giran ên jiyanê û şerên rû didin ku tesîreke xerab li ser derûnî û tenduristiya zarokan dike.

Pispora Nexweşiya Zarokan Prof. Dr. Colleen Kraft ji K24ê re ragihand: “Di deh salên dawî de li seranserê cîhanê niha 12 milyon zarokên penaber hene. Şer û pevçûn dibe sedema derengmayîna pêşveçûnê, nexweşiyan (şewban), nebûna xurekê, destdirêjiya zarokan û pirsgirêkên civakî. Zarok hewceyî xwarineke bi rêkûpêk in, hewceyî cihên razanê ne, digel dê bav û malbatên xwe hewceyî ewlehiyê ne. Ez ji miletên cîhanê dixwazim bila li van zarokan xwedî derkevin Heger ev zarok digel malbatên xwe li derekî bi cîh bibin û bikarin bigihên xwarin û hîzmetên tendirûstiyê ew ê baş bibin.”

Li gor amarên hin saziyên sivîl ên navdewletî di 10 salên dawîn de li herêmên şer ji zêdeyî 2 milyon zarok mirine, ji zêdeyî 4 milyon zarok jî seqet mane. Sedema mirina ji %5ê zarokan bi trawmayê ji%95ê zarokan jî bi nexweşî û birçînê hatine destnîşankirin.