Li Stenbolê operasyona li dijî DAIŞê: 16 kes hatin desteserkirin

Rêveberiya Ewlehiya Stenbolê li dijî çalakiyên rêxistina terorê ya DAIŞê operasyon li dar xist û 16 kes hatin desteserkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Ewlehiya Stenbolê li dijî çalakiyên rêxistina terorê ya DAIŞê operasyon li dar xist û 16 kes hatin desteserkirin.

Hat ragihandin, li dijî kesên ku pêwendiya wan bi deverên şer û pevçûnê heye, an beriya niha li deverên şer û pevçûnê bûne, kesên ku bi rêya medyaya civakî propaganda dikin, li alîkariya maddî û lojîstîk digerin, bi îdiaya ku li Stenbolê çalakiyên xwe didomînin, operasyon hat lidarxistin.

Li gor zanyariyan, li 9 navçeyên Stenbolê, di demjimêr 06:00ê de, li dijî 13 navnîşanan operasyonên hevdem hatin pêkanîn û 16 kes hatin desteserkirin.