Serokê Îmaratê koça dawî kir

Serokê Îmarata Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan di 73 saliya xwe de koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Îmarata Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan di 73 saliya xwe de koça dawî kir.

Ajansa nûçeyan a Îmaratê ragihand, Wezareta Karûbarên Serokatiyê ji ber koça dawî ya Serokê Îmaratê Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan sersaxiyê li gelê Îmaratê dike, ku îro înê 13ê Gulana 2022yan koça dawî kir.

Hat eşkerekirin ku ji ber koça dawî ya Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan 40 roj matemînî hat ragihandin.