Peyama sersaxiyê ya Mesrûr Barzanî bo koça dawî ya Serokê Îmaratê

Ji ber koça dawî ya Serokê Îmaratê Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan sersaxî li serokatî û gelê Îmaratê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro înê 13ê Gulana 2022yan di peyamekê de ji ber koça dawî ya Serokê Îmaratê Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan sersaxî li serokatî û gelê Îmaratê kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi xemgîniyeke kûr ve, nûçeya koça dawî ya Serokê Dewleta Îmarata Yekbûyî ya Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan gihîşte min.

Ez bi navê xwe û xelkê Herêma Kurdistanê, sersaxiyê li serokatî û gelê Îmaratê bi giştî dikim.

Xwedayê mezin ruhê rehmetî bi bihiştê şad bike ku hemû temenê xwe ji bo xizmetkirina xelkê xwe û mirovahiyê terxan kir. Sebr û aramî jî bide her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

13ê Gulana 2022yan