Amerîka ji bo ragihandina "agirbesta bilez" bang li Rûsyayê dike

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin di yekemîn gotûbêja ligel hevtayê xwe yê Rûsî de daxwaza ragihandina "agirbesta bilez li Ukraynayê" kir.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin di yekemîn gotûbêja ligel hevtayê xwe yê Rûsî de daxwaza ragihandina "agirbesta bilez li Ukraynayê" kir.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê John Kirby daxuyaniyek belav kir û ragihand, Lloyd Austin piştî 18ê Sibatê ve cara ewil pêwendiyeke telefonî ligel Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Şoygu encam da.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Wezîr Lloyd Austin piştî 18ê Sibatê ve cara ewil ligel Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Şoygu di 13ê Gulanê de gotûbêj kir.”

Herwiha diyar kir: “Austin ji bo ragihandina agirbesta bilez li Ukraynayê, bang li Rûsyayê kir û tekezî li ser girîngiya vekirîbûna navendên pêwendiyê kiriye.”

Êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê di 24ê Sibatê de dest pê kir û ji wê demê ve heta niha şer berdewam e û Amerîka û welatên Ewropayê gelek siza bi ser Rûsyayê de sepandine.