Zelensky: Kes nikare pêşbîniya dema rawestana şer bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, kes nikare pêşbîniya wê yekê bike ku şerê li welatê wî dê heta kengî berdewam bibe.
Volodimir Zelensky diyar kir, xelkê Ukraynayê hemû hewlên xwe dikin ji bo Rûsyayê ji welatê xwe derbixin û got: “Ev tenê li ser gelê Ukraynayê nîne, ku hemû hewldanên xwe dikin, derxistina Rûsan bi hevpeymanên me yên li Ewropa û hemû cîhanê ve girêdayî ye.”
Zelensky got: “Em spasiya hemû wan kesan dikin ku li ser sizadana Rûsyayê dixebitin û alîkariyên xwe yên maddî û serbazî ji bo Ukraynayê zêde kirine.”
Serokê Ukraynayê eşkere kir, firokeya şer a Rûsî ya hejmara 200 ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatiye têkbirin, her ku diçe ziyanên serbazî yên artêşa Rûsyayê zêdetir dibin û tank û zirxpoş û firokeyên bêfirokevan û helîkopterên Rûsî li Ukraynayê bi awayekî berdewam têne têkbirin.