Konsulê Îmaratê spasiya gel û serkirdetiya Herêma Kurdistanê kir
Hewlêr (K24) – Konsulê Giştî yê Îmaratê yê li Herêma Kurdistanê Ehmed El Zahirî li ser peyamên ji ber koça dawî ya Serokê Îmaratê, serkirdetiya Herêma Kurdistanê arasteyî Îmaratê kiriye, spasiya gel û serkirdetiya Kurdistanê kir.
Ehmed El Zahirî ji K24ê re diyar kir: “Em bi navê Konsulxaneya Îmaratê spasiya Herêma Kurdistanê dikin, ku li ser asta serkirdetî û gelê xwe, hevxemiya xwe bo koça dawî ya Serokê Îmarata Erebî ya Yekbûyî Şêx Xelîfe bin Zayid nîşan dan.”
El Zahirî destnîşan kir: “Pêwendiyên Îmarat û Herêma Kurdistanê di asteke baş de ne û bihêz e, ev jî ji ber kesayetiya bihêz a Serok Mesûd Barzanî ye, ku pêwendiyeke bihêz ligel Îmaratê pêk aniye, em hêvî dikin ev pêwendî di siberojê de jî berdewam bin.”