Serok Barzanî û Balyozê Belcîka çend pirsên girîng guftûgo dikin

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Gulana 2022an, pêşwazî li Balyozê Belcîka li Iraqê Filip Vanden Bulcke kir .

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û astengiyên li pêş poseya siyasî û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Balyozê Belcîka ji bilî amajedan bi roja Serok Barzanî di xebata gelê Kurdistanê de, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ji bo hevahengî û pêwendiyên dualî yên di warên cuda de kir.

Her di wê hevdîtinê de rewşa Sûriyê û herwiha pêwîstiya asayîbûna rewşa Şingalê û vegera xelkê Şingalê li ser cih û malên xwe hatin guftûgokirin.