Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Şêx Mihemed Bin Zayid kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan weke Serokê Îmaratê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî wî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama xwe li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de ji serokê nû yê Îmaratê û berdewamiya serkeftin û xweşguzariyê ji gelê Îmaratê re xwast.

Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebî de, Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, ew çaverê ne hevkariyên zêdetir û karên hevbeş di navbera wan de bêne encamdan.