Li Necefê goreke bikomî hat dîtin

Wêne: AFP
Wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Necefê ya li başûrê Iraqê, goreke bikomî hat dîtin, dîroka wê vedigere salên nodî yên sedsala borî.

Li gor nûçeyeke ajansa “France24”, ev gora bikomî di meha Nîsanê de li başûrê Necefê di dema avakirina xaniyekî de hat dîtin û vedigere serhildana Şabaniyê ya sala 1991'an a li dijî Sedam Husên.

Rêveberê Dezgeha Şehîdan Ebdulla ya Iraqê El-Naî got, di vê gora bikomî de zêdetir ji 100 termî hene û dibe ku zêdetir be jî û dîroka wê vedigere (raperîna Şebaniyê).

Ji dema şerê bi Îranê re di sala 1980 de, li Iraqê zincîreyek ji milmilane û pevçûnan rû dan. Desthilatdarên Iraqî dibêjin ku di navbera salên 1980 û 1990 de, di serdema rejîma Seddam Husên de zêdetirî milyonek kes winda bûne û çarenivîsa wan hîn jî ne diyar e.

Li gor Netewên Yekgirtî jî, rêxistina DAIŞê ya di sala 2017an de ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê ve hatiye jinavbirin, zêdetir ji 200 gorên bikomî li şûn xwe hîştine ku tê texmînkirin termên 12 hezar kesan tê de bin.