Polîsa Zaxo: Keçeke Şingalî ya koçber dawî ji jiyana xwe anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Di bûyeke xwekuştinê de, keçeke Şingalî li kampeke Zaxo dawî li jiyana xwe anî û lêkolîn derbarê wê bûyerê de dest pê kirin.

Berpirsê Ragihandinê ya Polîsa Zaxo Nehaşt Selman îro Şemî 14ê Gulana 2022an ragihand, îro keçeke Êzidî li kampa Bêrsiv ser bi îdareya serbixwe ya Zaxo ve, dawî li jiyana xwe anî.

Diyar kir jî, keça ku xwe kuştiye temenê wê 26 salî ye û termê wê ji bo bijîşkiya dadî ya Zaxoyê hat veguhastin.

Destnîşan kir jî, ev bûyer, bûyereke xwekuştinê bû û li gor madeya 408 a yasaya sizadana Iraqê, lêkolîn derbarê wê bûyerê de hat destpêkirin