Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Ebu Dhabi

Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma sersaxiya Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdanekê gihîşt dewleta Îmarata Erebî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdariya di sersaxiya Serokê Îmarata Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan de û pîrozbahîkirina li Şêx Mihemed Bin Zayid bi boneya hilbijartina wî wek Serokê Îmaratê, gihîşt Ebu Dhabi û ji aliyê serokê nû yê wî welatî ve pêşwazî lê hate kirin.

Serokê Îmarata Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan duhî 13ê Gulana 2022an di 73 saliya xwe de koça dawî kir. Îro jî Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan weke Serokê Îmaratê ji aliyê Encûmena Bilind a Îmaratê ve hat hilbijartin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo koça dawiyê ya Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehiyan, sersaxî li Şêx Mihemed û malbata wî û serkirdatî û gelê Îmaratê kir û hevxemiya xwe pê gihand û hêvî xwast Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Şêx Mihemed Bin Zayid kir, bi boneya hilbijartina wî wek Serokê nû yê Îmaratê û hêviya serkeftinê jê re xwast.