PAK: Divê 365 rojên salê ji bo me Roja Zimanê Kurdî be

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi boneya Roja Zimanê Kurdî peyamek weşand

Navenda Nûçeyan (K24) – Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi boneya Roja Zimanê Kurdî peyamek weşand û tê de ragihand, “Zimanê kurdî ji bo hebûn û jîyan û berdewamî û vejîna miletê Kurd heykelekî esasî ye, bingehê miletbûnê ye.”

Peyama Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê:

Divê 365 rojên salê ji bo me roja zimanê kurdî be

Zimanê kurdî ji bo hebûn û jîyan û berdewamî û vejîna miletê Kurd heykelekî esasî ye, bingehê miletbûnê ye.

Helbete ku îro xebata jibo bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî pêwîstî û watinîyeke esasî ya netewî, niştimanî ye. Têkoşîn û xebata bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdîbi hişmendîya bidestxistina statuyeke neteweyî, coxrafîk, sîyasî ya li Kurdistanê , bi armanca bidest xistina mafê çarenûsîya miletê Kurd ve divê bê meşandin.

Lê îro li Bakurê Kurdistanê jibo lêxwedîderketin û pêşdebirina zimanê kurdî, kî bi çi awayî jî be, çi gavan bavêje divê em piştgir û alîkarê wan bin. Divê em li hemû xebat û dezgeh û hewl û gavên jibo zimanê kurdî xwedî derkevin.

Îro li Bakurê Kurdistanê zimanê kurdî di bin zext û neheqî û xeterîyeke mezin da ye.

Eve 99 sal e Dewleta Tirkîyeyê bi sîyaseta înkar û asîmîlasyonê xwestîye zimanê Kurdî(Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) tune bike. Helbete ku vê sîyaseta şowenî tesîreke xerab li ser civata Kurd a li Bakurê Kurdistanê kirîye. Lê tu sîyaset û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê nikarîbûye miletê Kurd û zimanê wî ji holê rake. Îro hebûna miletê Kurd, hebûna zimanê kurdî, berhema têkoşîn û berxwedan û lêxwedîderketineke bêhempa ye.

Îro lêxwedîderketina zimanê kurdî, ji nav malê bi xwe destpê dibe. Divê hemû Kurd di nav mala xwe da bi kurdî (kurmancî û kirmanckî/zazakî) biaxivin. Divê ev wazîfeya me ya ewil a netewî û însanî be. Dibistana ewil a zarokên Kurdan nav mala wan e. Dayik û bav û malbatên Kurd, divê axaftin û fêrbûn û fêrkirina zimanê Kurdî weke wazîfeya xwe ya wîcdanî, însanî û netewî ya esasî bizanibin.

Divê em di jîyana xwe ya rojane da, li karê xwe, li bazarê zimanê Kurdî weke zimanê ewil bikar bînin.

Helbete ku jiber rastîya miletê me, em mecbûrin ku li gel zimanê Kurdî , zimanê Tirkî jî di xebata xwe ya sîyasî de bikar bînin. Lê divê hemû partîyên Kurd û Kurdistanî di hemû xebat û dan û standinên xwe yên navxweyî de, di xebatên xwe yên civakî, siyasî de zimanê kurdî wek zimanê esasî bikarbînin. Hemû endamên partîyên Kurd û Kurdistanî divê zimanê xwe yê zikmakî bizanibin, fêrbin, bikarbînin.

Divê dezgehên sivîl, sîyasetvan, rewşenbîr, hunermend, alimên olî, hemû kesayetên ji beşên cuda yên civatê fêrbûn û bikaranîn û lêxwedîderketin û pêşdebirina zimanê kurdî wek wazîfeyeke însanî û netewî bizanibin.

Divê em wek Kurd, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bibe zimanê fermî dest bidin hev û divê Dewleta Tirkîyeyê vî mafê meşrû, neteweyî, însanî di Qanûna Bingehîn û di hemû yasayên xwe de qebûl bike.

Zimanê me hebûna me ye. Bi vê hişmendîyê divê em li hebûna xwe xwedî derkevin.Divê 365 rojên salê jibo me roja zimanê kurdî be.

15.05.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê