HEZKURDê li Diyarbekirê kartên Alfabeya Kurdî belav kirin

HEZKURDê îro bi mebesta 15ê Gulanê, Roja Cejna Zimanê Kurdî li Taxa Rezan, Taxa Ofîs û Taxa Seyrantepe ya li Diyarbekirê bi hezaran kartên Alfabeya Kurdî belav kirin.
Kartên fêrkirina zimanê Alfabeya Kurdî
Kartên fêrkirina zimanê Alfabeya Kurdî

Diyarbekir (K24) - HEZKURDê îro bi mebesta 15ê Gulanê, Roja Cejna Zimanê Kurdî li Taxa Rezan, Taxa Ofîs û Taxa Seyrantepe ya li Diyarbekirê bi hezaran kartên Alfabeya Kurdî belav kirin.

HEZKURD îro ji bo Cejna Zimanê Kurdî, li Diyarbekirê bi pêşengiya Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî û xwebexşên HEZKURDê li Diyarbekirê daket qadan. Hat zanîn ku HEZKURDê ji bo fêrbûna Kurdî, di nava gel de bi hezaran kartên Alfabeya Kurdî û bi mebesta cejnê jî ji bo dikandar, gel û zarokan şekir û çîkolate belavkirin.

Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî diyar kir, “Divê cejna zimên di nava gel de were pîrozkirin, da ku gelê Bakurê Kurdistanê bizanibe ku 15ê Gulanê, roja cejna Zimanê Kurdî ye. Ger em tenê li salonan yan jî li ser medya civakî vê cejnê pîroz bikin, ev cejn nabe ya gel, dê bibe ya çînîyek teng û elît.”

Barij Celalî destnîşan kir: “Divê hemû sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdan, vê cejnê di nava gel de pîroz bikin û bi Miletê Kurd bidin zanîn ku, 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Bi vê yekê, me weke her car biryar daye ku, em ê hemî xebatên xwe û pîrozbahîyên zimên, bi gel re pêk bînin, da ku hişmendiya zimên di nava Neteweya Kurd de bilind bibe.”

Celalî da zanîn ku wan li sê taxên Diyarbekirê (Rezan, Ofîs û Seyrantepê) bi hezaran kartên Alfabeya Kurdî û wek devşîrîniya cejnê jî ji bo hemwelatiyan, şekir û çîkolate belav kirine.