Kurdên li Stenbolê banga perwerdeya Kurdî dikin

Li Tirkiyeyê tekane zimanê fermî Tirkî ye û bi milyonan Kurd ji perwerdehiya zimanê dayika xwe bêpar in.
Stenbol
Stenbol

Stenbol (K24) - Li Tirkiye ku bi milyonan Kurd ji perwerdehiya bi zimanê dayika xwe bêpar in li mezintirin bajarê vî welatî yê Stenbolê bi mebesta zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê çalakî hatin sazkirin. Lêkolîner û nivîskar balê dikêşînin ser girîngiya perwerdehiya zimanê û dibêjin eger bi zimanê Kurdî perwerde neyê dayîn ev yek bo dahatûya Kurdî xetereyeke mezin e.

Li Tirkiyeyê tekane zimanê fermî Tirkî ye û bi milyonan Kurd ji perwerdehiya zimanê dayika xwe bêpar in.

Bi mebesta zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehî û fermî li Stenbolê bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Kurdî bi navê “Em Ji Bo Zimanê Xwe Dimeşin” çalakiyeke hat sazkirin.

Mamosteyê zimanê Kurdî Eyub Subaşı amaje kir heta statuyek zimanê Kurdî li Tirkiyeyê nebe yanê nebe zimanê fermî û perwerdehî ev metirsiyeke mezin e bo pêşeroja Kurdî.

Eyub Subaşi ji K24ê re diyar kir: “Tekane çare bo dahatûyeke baş a Kurdî ew e ku divê statuyeke Kurdî hebe. Zimanê Kurdî bibe fermî û perwerdeyê wê demê metirsî û xetere li ser Kurdî namîne û ziman ji mirinê dÊ rizgar bibe. Ji bo vê jî divê em Kurd zêdetir xebat û têkoşînê bikin.”

Bi nivîsên Kurmancî, Zazakî “Ziman welat e, li welatê xwe xwedî derkeve” “Zimanê Min Hebûna Min e” gelek Kurdên li qada Esenyurta Stenbolê bi helkefta cejna zimanê Kurdî li hev civiyan stranên Kurdî gotin, helbest xwendin û banga xwedi derketina li zimanê zikmakî kirin.

Welatiyeke Kurd destnîşan kir: “Em dixwazim zimanê Kurdî azad be. Divê em zimanê xwe bizanibin, eger em zimanê xwe bizanibin, em ê xwe jî nas nakin û bizanibin. Eger em Kurd pêşî li nava xwe Kurdî nepeyivin em neheqiyeke mezin li xwe li zimanê xwe dikin. Zimanê me rûmeta me ye, zimanê me çiya û warê me ye. Zimanê me ruh û giyanê me ye gelek dewlemend e. Bila gelê Kurd bi zarokên xwe re tim Kurdî bipeyivin. Divê em zaryên xwe fêrî Kurdî bikin. Kitêba Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê gere ez vana bêjim birê min.”

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan jî ji K24ê re diyar kir: “Divê Kurdî bibe zimanê perwerde û fermî. Her Kurd lazim e bi awayeke azad navên Kurdî li zarokên xwe bikin û bi Kurdî mezin bikin. Li dezgehên fermî Kurdî jî xizmet were dayîn. Ev tiştên pêwîst neyê kirin metirsiyên mezin li ser Kurdî dê rû bidin.”

Li Stenbolê der barê cejna zimanê Kurdî de çalakiyeke din jî panela Weqfa Lêkolîna Kultira Kurdî bû. Di panele de nivîskar û lêkolîner behsa girîngiya rabirdû û dahatûya Kurdî kirin.

Nivîskar Nîhat Gultekîn destnîşan kir: “Li Tirkiyeyê axaftin û nivîsandina zimanê Kurdî dema mirov li gor hejmara Kurdan difikire gelek kêm e. Lê tiştekî meriv pê kêfxweş dibe heye ew jî înternet-teknolojî zêde bi pêş ketiye. Kurdên li çar aliyeê dinyayê di ser înternetê bi Kurdî digihijin hev, ev pêwendiya Kurdî cîhê hêvî û şanaziyê ye. Li gel vê xwendin, nivîsandin zêde nebe ev bo dahatûya zimên xetereyeke mezin e.”

Kovara Hawar yekem kovara Kurdî bi tîpên latinî ji hêla Celadet Alî Bedirxan û çend hevalên wî 15ê Gulanê 1932an de dest bi weşanê kir. Loma 15ê Gulanê wek cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin.