Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê sibe dicive

Biryarê li ser destpêkirina rûniştinê Parlamentoyê didin

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e sibe 17ê Gulanê Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ji bo destpêkirina rûniştina Parlamentoyê wê bicive.

Rêveberê Ragihandinê ya Parlamentoya Kurdistanê Saman Ehmed Bekir ji K24ê re got, sibe Sêşemê Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ji bo danîna bernameya kar rûniştina Parlamentoyê û destpêkirina rûniştina wê dicive.

Li gor zanyariyên K24ê, piştî wê civînê, Serokatiya Parlemantoyê û serokên firaksiyonan dicivin, ji bo li ser bernameya karê rûniştina parlamentoyê li hev bikin.

Nêzîkî 75 rojan in rûniştinên Parlamentoya Kurdistanê nayin kirin, firaksiyonên parlamentoyê dibêjin ku Seroka Parlamentoyê di bin zexta partiya xwe de, rûniştinên Parlamentoyê ragirtine û vê yekî jî bi binpêkirina peyrewa navxwe ya parlamentoyê bi nav dikin.