“Zimanê Kurdî neyê parastin dê hemû nirxên gelê Kurd jî tune bibin”

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Gelê Kurd ev 90 sal in bê navber li çar perçeyên Kurdistanê û li diyasporayê roja zimanê xwe pîroz dikin. Piştî ku zimanzanê Kurd Mîr Celadet Elî Bedirxan kovara HAWARê di 15ê Gulana 1932an de bi tîpên latînî dinivîsîne ew roj wek Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd di vê roja pîroz de bang li gelê Kurd dikin ku ji her carê zêdetri xwedî li zimanê xwe derkevin û biparêzin.

Ji aliyê zimanzanê Kurd Mîr Celadet Elî Bedirxan hevalên wî ve di 15ê Gûlana sala 1932an de bi tîpên latînî kovara bi navê Hawar tê çapkirin û ev 90 sal in bênavbera bi damezrandina kovara HAWARê ev roja dîrokî li çar parçeyên Kurdistanê di nava Kurdan de weke cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Bi vê roja pîroz nivîskar û rewşenbîrê Kurd Kemal Burkay da zanîn ku erkê ser milê her kurdekî ya herî giran, parastina ziman e û Kurdî yek ji zimanê herî kevnar yê cîhanê ye.

Nivîskar û rewşenbîr Kemal Burkay ji K24ê re got: “Tim tişta ku em dibêjin Kurd divê berxwe bidin. Zimanê Xwe bikar bînin, zimanê xwe hîn bin, bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin. Kurdî zimanekî kevne dewlemend e. Em zimanê xwe tu caran biçûk nebinin yek ji zimanê herî kevintir e li dinyayê. Erkeke gelek giran dikeve ser mile me Kurdan, rewşenbîr û siyasiyên Kurdan. Divê em zimanê xwe bikar bînin bo qîmeta vê roja pîroz em berxwe bidin.”

Rêvebir û endamên partiya Maf û Azadiyê (HAK PAR) jî di nêrînên xwe yên bo Kurdistan24ê de dan zanîn ku ger xwedî li ziman neyê derketin hemû nirxên gelê Kurd jî ji holê radibe

Endamê HAK PARê Ehmed Çalişkan dibêje: “Hewce ye ku li dibistanan perwerdehî were kirin bi zimanê Kurdî ku ev zimane wenda nebe, zimanê bav û kalane. Heta em dikarin bibêjin maka zimana hemûya ya Cîhanê ye. Vaye ez pîroz dikim em dibêjin em xwedî derkevin. Derdora vê bihêz bin.Ziman jî bingehîna natewan e. Ku ziman çû milet jî diçe netew jî diçe.”

Endamê HAK PARê Ehmed Kandemîr got: “Xwedê zimanek dayî me, me Kurda bi xwe zimanê xwe xera kir.  Insanê ku zimanê xwe wenda dike her tiştî xwe venda dike. Tiştekî vî namîne hebûna wî namîne. Erf û adetên wî dere ya dê û bavê wî dere. Heya ku ji mezin û biçûkên wan tê ev rica min heye bil abi zimanê xwe biaxiwin. Zimanê Kurdî jî pir zimanekî xweş e.”

Herwiha bi destpêka sala 2022an li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî xebateke mezin li dibistanan zaraveyên Kurmancî û Zazakî yên zimanê Kurdî niha wek dersa bijarte tên dayîn û Rewşenbîr û siyasetmedar jî dibêjin lazime ji bo parastina zimanê Kurdî ev derfeta dersên bijarte baş bê bikaranîn.