Washington: Em hewla yekxisitina Pêşmerge didin û pêwendiyên me bi Herêma Kurdistanê re stratejîk in

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller ragihand, welatê wî heta niha jî li ser yekgirtin û avakirina hêzên Pêşmerge dixebite. Amaje bi wê yekê jî kir, pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê demdirêj û stratejîk in.

Ev daxuyaniyên Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller roja Yekşemê, di civînekê de ligel hejmarek rojnamevanên Herêma Kurdistanê hatin.

Tueller got: “Hilbijartinên Iraqê 7 meh di ser re derbas bûne û heta niha aliyên siyasî li ser pêkanîna hikûmetê negihîştine rêkeftinekê. Ev mijar cihê nîgeraniya Amerîkayê ye ji ber ku pêwîstiya Amerîka bi hikûmeteke Iraqî heye ta ku serederiyê pê re bike.”

Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller û şandeyê Kurdistan24 Hawar Ebdulrezaq

Fişarên li ser Herêma Kurdistanê

Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê ku 3 sal in li ser erkê xwe ye, got: “Me dît ku zextên ne rewa li ser Herêma Kurdistanê di dosyeya avakirina hikûmetê de tên kirin, wek êrîşa terorîstî ya ku li ser Herêma Kurdistanê û herwiha aramnckirina saziyên neft û gaze.”

Her wiha got: “Helwesta me di vî warî de zelal e, nabe em tundiyê pêş bixin, nabe komên çekdar hebin û nabe êrîşî welatên cîran bikin.”

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê

Di hevdîtinê de, Tueller tekezî li ser hêviya welatê xwe kir ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di dema xwe de bên kirin û bi awayekî zelal, yasayî û destûrî bên kirin.

Got jî: Hêvîdar im alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê helbijartinan bi awayê ku xelkê Herêmê dixwaze birêve bibin, ev peyama me ji bo alîyên sîyasî yên Kurdistanê ye.”

Biryarên Dadgeha Federal

Derbarê pirsa li ser biryara dawî ya Dadgeha Federalî ya Iraqê ya derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de, Tueller ti daxuyanî neda, lê tekez kir ku Iraqê beşeke giring ji destûrê cîbicî nekiriye, wek derkirina yasaya petrol û gaze, her wiha dabeşkirina dahatên darayî li gorî xalên destûra Iraqê.”

Balyozê Amerîka tekezî li ser wê yekê kir ku çareserî di dawiyê de divê bi rêya diyalogê û di navbera her du aliyan de be, ta ku bigihin çareseriyeke yasayî û li gor destûra Iraqê be.

Hevdîtina Balyozê Amerîka li Iraqê ligel hejmarek rojnamevanên Herêma Kurdistanê

Yekxistina hêzên Pêşmerge

Li ser çawaniya pêwendiyên di navbera Amerîka û hêzên Pêşmerge de jî, Tueller got: “Me bi hevkarên xwe yên Pêşmerge Re ji nêzîk ve kar kiriye, ev hêz di şerê li dijî DAIŞê de hevkarekî gelekî bihêz û dilsoz bûn.”

Tueller amaje bi wê yekê jî kir, hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de ziyaneke mezin dîtiye, wan karîn asayîş û aramiya demdirêj li navçeyê pêk bînin.

Balyozê Amerîka li Iraqê bal kişand li ser wê yekê ku Amerîka gelek hevkar bûye di serkeftina proseya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge de, da ku hemû yekîneyên Pêşmerge ser bi Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ve bibin.

Pêwendiyên stratejîk ên Amerîka û Herêma Kurdistanê

Balyozê Amerîka di dirêjahiya axaftina xwe de behsa pêwendiyên stratejîk û demdirêj ên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir û got: “Em di pêvajoya avakirina avahiya nû ya Konsulxaneya Giştî de ne, ku dê bibe mezintirîn konsulxaneya Amerîkî li cîhanê. Ez bawer im ku ev yek dê wê rastiyê nîşan bide ku Amerîka wê wekî sembola pêwendiyên demdirêj û stratejîk dibîne û ew ê dev ji vê herêmê bernede.”

Got jî: “Em herêmê bernadin. Em dixwazin li vir bin û mil bi mil li gel hevpeymanên xwe yên Kurd kar bikin ji bo avakirina paşerojeke baştir ji bo gelê Iraqê.”