Balyozê Amerîka li Iraqê serdana Mesrûr Barzanî kir

Di hevdîtinê de pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka hatin guftûgokirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îrp 16ê Gulana 2022an, pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir ku bi boneya bidawîhatina erkê wî serdan kiribû.

Di hevdîtinê de Konsulê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino amade bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Amerîka kir ji bo hewlên wî ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka di heyama karkirina wî li Iraqê de û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast.

Dawî guhartin û pêşhatên Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka bi taybet di warê bazirganî û veberhênanê de, mijarên din ên guftûgoyên hevdîtinê bûn.

Pêşwezîrkirina Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller
Pêşwezîrkirina Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller