106 sal di ser rêkeftina Sykes-Picot re derbas bûn

Ev rêkeftin ji bo Kurdan, bû karesata parçekirina Kurdistanê û veqetandina Kurdên Bakur, Başûr û Rojava û dûrxistina wan ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê.
Mark Sykes yê Brîtanî û François Georges-Picot yê Fransî
Mark Sykes yê Brîtanî û François Georges-Picot yê Fransî

Hewlêr (K24) – Roja 16ê Gulana 1916an, rêkeftina Sykes-Picot hat pesendkirin, ku ji meha Mijdara 1915an heta meha Adara 1916an ji aliyê Mark Sykes yê Brîtanî û François Georges-Picot yê Fransî ve hatibû amadekirin.

Armanca sereke ya rêkeftina Sykes-Picot, dabeşkirina axa Osmanî û kişandina xeta nû ya sînorî bû. Ev rêkeftin ji bo Kurdan, bû karesata parçekirina Kurdistanê û veqetandina Kurdên Bakur, Başûr û Rojava û dûrxistina wan ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê.

Rêkeftin di navbera Brîtanya û Fransayê de bi nepenî bû, Rûsya û Îtalyayê jî pesend kiribûn. Vê rêkeftinê wîlayetên di bin desthilata Osmanî de bi ser welatên serkeftiyên Şerê Cîhanî yê Yekem de dabeş kir, ku Brîtanya û Fransa bûn.

Li gor rêkeftinê, Filistîn û Urdin û başûrê Iraqê û navçeyên Heyfa û 'Eka heta digihîje Deryaya Spî, dan destê Brîtanyayê.

Fransayê jî navçeyên Bakurê Kurdistanê tevî başûrê rojhilatê Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê, Sûriye û Lubnanê wergirtin.

Piştî demeke kin, di sala 1918an de Fransayê wîlayeta Mûsilê û Filistînê ji Brîtanyayê re hîştin.

Vê rêkeftina Brîtanya û Fransayê, Kurdistan weke erdnîgariyeke siyasî bi ser welatên Tirkiye, Iraq û Sûriyê de dabeş kir.

Li gor nexşeya dabeşkirinê, navçeyên Bakurê Kurdistanê û beşeke mezin a wîlayeta Mûsilê ji Fransayê re mabûn û ji Rûsyayê re jî bajarên Bedlîs û Wan hatibûn dayîn.