Geştên Balafirgeha Silêmaniyê hatin sekinandin

Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê ragihand, ji ber dubare derketina tozbarînê, ku bandorê li mesafeya dîtinê dike, geştên esmanî careke din hatin sekinandin.

Hewlêr (K24) – Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê ragihand, ji ber dubare derketina tozbarînê, ku bandorê li mesafeya dîtinê dike, geştên esmanî careke din hatin sekinandin.

Li gor daxuyaniya Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê, careke din geştên Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê heta demekê hatin rawestandin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ji ber dubare derketina pêla tozbarînê û bandora wê li ser kêmbûna mesafeya dîtinê, careke din geştên esmanî yên li balafirgehê bi awayekî demkî hat sekinandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, dema pêla tozbarînê asayî bibe, li gor lîsteya diyarkirî, geştên li balafirgehê dê asayî bibin.