Nêçîrvan Barzanî beşdarî şîna Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan dibe
Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro duşemê 16ê Gulana 2022yan ji bo beşdarîkirina di şîna Serokê koçkirî yê Îmaratê Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan gihişte Ebu Dabî û ji aliyê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ve hate pêşwazîkirin.
Nêçîrvan Barzanî li ser navê xwe û li ser navê gelê Kurdistanê ji Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan, malbata Al Nehyan, hikûmet û ji gelê Îmaratî re sersaxiyê xwest, hevxemî û hevsoziya xwe pê re parve kir û hêvî xwest ku Xwedayê mezin rehmetî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û sebir û hedarê bi hemû aliyan bide.
Ji aliyê xwe ve Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan bi navê xwe û malbata xwe û Serokayetiya welatê xwe, ji bo beşdarîkirin û hevbeşî ya Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê ra di şîna wan da spasî kir û careke din, bi navê xwe û welatê xwe, dostanî û hevsoziya Herêma Kurdistanê digel Îmaratê bilind nirxand.
Şandeya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyid Qadir û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî pêk hatibû.