Li Tirkiyê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 16ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1254 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 demjimêran de 1358 kes baş bûne.