Ebdurehman Sidîq: Ji ber topbaranan nêzîkî milyonek donim daristan şewitîn

Serokê Desteya Çakkirin û Parastina Jîngehê Ebdurehman Sidîq ragihand, ji ber topbaranên welatên cîran, nêzîkî milyonek donim daristan li Başûrê Kurdistanê şewitîn.
Serokê Desteya Çakkirin û Parastina Jîngehê Ebdurehman Sidîq
Serokê Desteya Çakkirin û Parastina Jîngehê Ebdurehman Sidîq

Hewlêr (K24) – Serokê Desteya Çakkirin û Parastina Jîngehê Ebdurehman Sidîq ragihand, ji ber topbaranên welatên cîran, ji sala 2019an heta 2020an nêzîkî milyonek donim daristan li Başûrê Kurdistanê şewitîn.

Ebdurehman Sidîq di hevpeyvînekê de ligel Fermangeha Medya û Zanyarî eşkere kir, ji sala 2019an heta 2020an nêzîkî milyonek donim daristan li Başûrê Kurdistanê şewitîne.

Sidîq diyar kiriye, wan hewldanên xwe ji bo zêdekirina rêjeya keskahî ya li bajaran sift kirine û par 600 hezar metre çargoşe, bi projeyên sektora taybet, kesk kirine.