Mesrûr Barzanî pêgeha Herêma Kurdistanê bihêz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hewlên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Kabîneya Nehem ji bo vekirin û bihêzkirina pêgeha Kurdistanê li ser asta cîhanî berdewam e û di heyama karkirina Kabîneya Nehem de, Herêma Kurdistanê gelek hevdîtin û civînên dîplomasî û serdanên şandên navdewletî hatine kirin.
Di destpêka karkirina Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û destbikarbûna Mesrûr Barzanî wek Serokê Hikûmetê, di ragihandina karnameya kebîneyê de tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên Kurdistanê ligel welatên cîhanê û firehkirina pêwendiyên navdewletî kiriye ku ji karên pêşîne yên hikûmetê ne.
Di karnameya Kabîneya Nehem de hatiye, armanc ji bihêzkirina pêwendiyan ew e, Herêma Kurdistanê bibe hevbeşeke bihêz û pêbawer a cîhanê û pêwendiyên aştiyane bi welatên cîran re, dike karê xwe yê pêşîne û kar dike ji bo li seranserî cîhanê rêz li pêgeha Herêma Kurdistanê were girtin.
Armancên Kabîneya Nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bihêzkirina pêwendiyên navdewletî:
- Firehkirina pêwendiyên navdewletî ji karê pêşîne yê hikûmetê ye
- Pêwendiyên navdewletî li derve tên xurtkirin.
- Kurdistan bibe navenda guftûgoyên girîng ên li ser asta asayiş û bazirganiyê.
- Dirustkirina şert û mercên ji bo veberhênana biyanî li Kurdistanê.
- Avakirina Kurdistaneke parastî, mêvandost û vekirî di rûyê cîhanê de.
- Bidestanîna piştgîriya hevpeymanan ji Kurdistanê re.
- Zêdekirin û hemecurkirina geştiyaran.
Mesrûr Barzanî her dem ragihandiye, pabendbûna hikûmetê bi avakirina Kurdistaneke bihêz û pêşkeftî bo aramiya demdirêj a navçeyê gelek girîng e. Her wiha girîng e jî ji bo wê nîşanê bide ku rêz li Herêma Kurdistanê tê girtin.
Serdanên vê dawiyê yên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Îmarat, Brîtanya û Qeterê, ew rastiye derxist ku Herêma Kurdistanê niha ji her demekê zêdetir pêgeha wê ya navdewletî bihêztir e û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe wek hevbeşeke navdewletî ya girîng di warê bazirganî, aborî û ewlehiyê çespandiye. Di hemû hevdîtinan de jî, welatên cîhanê tekeziyê li rola aktîv û pêwîstiya Herêma Kurdistanê li navçeyê dikin.