Li Zaxo haleteke gumanlêkirî yê taya xwînberbûnê heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Zaxo kesek bi gumana pêketina bi taya xwînberbûnê ji bo nexweşxneyeke Duhokê hat veguhastin û ket bin çavdêriya bijîşkî.

Rêveberê Tendirustiyê yê Zaxo Dr. Şakir Ebdulrehman ji K24ê re ragihand, kesekî ku gumana taya xwînberbûnê li ser heye li Zaxo hin pişknîn û test jê re hatin kirin, ew ji bo Duhokê hat veguhastin û testên wî jî ji bo Taqîgeha Navendî ya Bexdayê hatin şandin.  

Dr. Şakir Ebdulrehman diyar kir jî, ew kesê gumana taya xwînberbûnê li ser heye, ji gundekî derdora Şingalê ye û xwedî pez e.

Heta niha tenê yek haleta pêketina bi taya xwînberbûnê li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin û test ji çend kesên gumanlêkirî jî hatine kirin.

Taya Xwînberbûn, nexweşiyek e ji ajalan bo mirovan tê vegertin, herwiha weke "vîrusa Kongo" jî tê nasîn û %40ê pêketiyên vê nexweşiyê, metirsî li ser jiyana wan dirust dibe.