Li Tirkiyê zameke nû tê li ser çayê

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê her roj agahiyên zamê tên ragihandin. Li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê ji serê salê ve bihayê çayê jî 2-3 qat zêde bûye û ji % 43.7 zama nû jî hat ragihandin. Hezkiriyên çayê û xebatkar û xwediyên çayxana balê dikşînin ku ji ber nediyariyên piyaseyê ew nikarin siberoja xwe bibînin.

Ev der li Diyarbekirê wek ciyê çayxaneyan tê nasîn ku ocax û ciyên çay vexwrinê li gel hev rêz kirî ne. Hezkiriyên çayê ku rojane 30-40 vedixun û rêvebirên çayxenyên ku bi dehan salan e çayê difroşin, balê dikşînin ku her roj giranbûyîna bihayê berheman wan kiriye nav fikaran.

Nebî Çetînkaya bixwe jî çayxane birêve dibe, lê îro bi mêvanê xwe hatine li vê derê çay vidixwin. Nebî Çetînkaya dibêje: “Rojane 15-20 çay ez tenê vedixwim, mêvan ne tê de, yanî çay pir biha ye. Lê 2 lîra û nîv mesrefê çayê jî dernaxe.. îro min 40 lîre heqê çayê daye. Çayên me jî taze bûn keremkin hûn jî çayê vexwin.”

Welatî Mehmet Reşîd Altaş: “Heta ku ev desthilatdarî hebe, her tişt her roj giran dibin û milet zêdetir perîşan dibe. Em dixwazin ev  desthilat bê guhartin. Bes çay nîn e, nan e, çay e, seyare ye, veguhastin e û sotemeniye her tişt giran dibe, ma qey çay tenê ye.”

Fehrî jî ji 12 saliya xwe ve di ocaxên çayxana de kar dike û 25 sal e jî li vê çayxanê kar dike û çay ji bo welatiyan amade dike.

Çayfiroş Fexrî: “Halî hazir giranbûna çayê hem ji me re ne baş e. hem jî ji welatiyan re. Em bi zirarê kar dikin. Welatî êdî çayek du çay vedixwin, ew jî nerazîbûn nîşan didin. Dibêjin çaya we zêde ye. Lê em wan nerazîbûnan jî piştguh dikin û nabîhîzin.”

Mihemed Bayram jî tîne ziman ku 4 zarokên wî hene û 3 ji wanbê kar in. Bayram tîne ziman ku li hember girabûyînan ew naçar in.

Mihemed Bayram: “Em êdî nikarin, nanê tisî bibin nav zarokên xwe ku buye 4-5 lîre. 4 zarokên min hene, 2 jî em 6 nefs. Ezê çewa û çi bibêjim! Em newêrin devên xwe jî vebikin, Sal derbas bûye, 2 kîlo goşt neketiye mala min. Heta niha me goştê mirîşkan dixwar, bêhn jî jê dihet lê me digot çi nîn e. Em niha nikarin wan jî bixwin. Yanî derdê me giran e û em nikarin vebibêjin jî.”

Heta piştî serê sala 2022’an jî li çayxaneyên Diyarbekirê çay bi lîreyekî û lîra û nîv dihatin firon. Niha li çayxana hev a çayê kêm tirîn 2 lîre ye, li hin ciyan 3 lîre ye. Hêjayî gotinê ye ku ji %44 giranbûyîna nû jî dê wan fiyetan nûjen bike.