Wezîra Dadê ya Hollandayê gihîşt Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Dadê ya Hollandayê Dilan Yesilgoz-Zegerius îro Çarşemê ji Bexdayê gihîşt Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê.

Wezîra Dadê ya Hollandayê li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Dadê yê Hikûmeta Kurdistanê Firset Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Ev serdana duyem a wezîrên Hollandayê bo Herêma Kurdistanê ye ku di dawiya Nîsana borî de, Wezîrê Bazirganiya Derve ya Hollandayê bi serdanekê gihîştibû Hewlêrê û bi aliyên pêwendîdar ên Herêmê re behsa pêşvebirina pêwendiyên bazirganiyê kirin.

Ev serdanên wezîrên Hollandayê piştî wê tê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 9ê Mijdara 2021an serdana Hollandayê kiribû û bi Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte re civiya û biryar dan pêwendiyên aborî, bazirganî û çandiniyê bi pêş ve bibin, di wê çarçoveyê de jî Herêma Kurdistanê deriyê xwe di rûyê kampanyayên Hollandayê yên di warê çandiniyê de kar dikin vekir.