Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîra Dadê ya Hollandayê kir
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 18ê Gulana 2022yan pêşwazî li Wezîra Dadê ya Hollandayê Dîlan Yeşîlgoz-Zegerius kir.
Di hevdîtinê de li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê gotûbêj hat kirin, bi taybetî hevahengiya navbera desthilata dadwerî ya herdu aliyan.
Di beşeke din a civînê de behsa girîngiya berdewambûna piştgiriya Herêma Kurdistanê di têkoşîna dijî terorîstên DAIŞê de û hawarçûn û alîkarîkirina qurbaniyên tawanên rêxistina terorîst a DAIŞê de hat kirin.