Li Zaxo yekem haleta taya xwînberbûnê hat tomarkirin

Piştî ku li Zaxo kesek bi gumana pêketina bi taya xwînberbûnê ji bo nexweşxneyeke Duhokê hat veguhastin, derket holê ku bi nexweşiya taya xwînberbûnê ketiye.
Zaxo
Zaxo

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku li Zaxo kesek bi gumana pêketina bi taya xwînberbûnê ji bo nexweşxneyeke Duhokê hat veguhastin û pişkinîn bo wî hat kirin, di encama pişkinînê de derket holê ku bi nexweşiya taya xwînberbûnê ketiye.

Vê sibê, Rêveberê Tendirustiyê yê Zaxo Dr. Şakir Ebdulrehman ji K24ê re ragihandibû, kesekî ku gumana taya xwînberbûnê li ser heye li Zaxo hin pişknîn û test jê re hatin kirin, ew ji bo Duhokê hat veguhastin û testên wî jî ji bo Taqîgeha Navendî ya Bexdayê hatin şandin.

Dr. Şakir Ebdulrehman diyar kir jî, ew kesê gumana taya xwînberbûnê li ser heye, ji gundekî derdora Şingalê ye û xwedî pez e.

Ev duyem haleta pêketina bi taya xwînberbûnê ye ku li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin, haleta yekem li bajarê Hewlêrê bû û test ji bo çend kesên gumanlêkirî jî hatine kirin.

NEXWEŞIYA TAYA XWÎNBERBÛNÊ ÇI YE?

Taya Xwînberbûn, nexweşiyek e ku ji ajalan bo mirovan vediguheze, herwiha weke "vîrusa Kongo" jî tê nasîn û %40ê pêketiyên vê nexweşiyê metirsî li ser jiyana wan dirust dibe.

Nexweşiya Taya Xwînberbûn, ji ajaleke biçûk, ku navê wî qijnik (kene) e, vediguheze mirovan, di piraniya haletan de ev nexweşî li ser ajalan dernakeve, lê belê bandorê li ser tendirustiya mirovan dike.

Şêwazên pêketina bi Taya Xwînberbûnê:

Yekem: Eger mirov destê xwe li qijnikê (kene) li ser laşê ajalan bide, an jî xwîna qijnik li mirov bikeve, mirov nexweş dikeve.

Duyem: Eger ajalekî pêketiyê Taya Xwînberbûnê bûbe û serê wî were jêkirin û xwîna wî li mirov bikeve, mirov bi vê nexweşiyê dikeve.

Taya Xwînberbûnê di nav 3 heta 14 rojan de nîşaneyên wê derdikevin, ku nîşaneyên herî girîng ev in:

1- Ketina tayeke bilind

2- Êşa hestiyan

3- Bêtaqetî

4- Hestkirina gêjbûnê

Ji bo çareseriya vê nexweşiyê, divê pişkinîna xwîn were kirin û ji nexweşên din werin cudakirin.

Ji ber ku xwîna pêketiyên Taya Xwîberbûnê kêm dibe, divê demildest ji bo wan xwîn were dabînkirin.