Zêdetir ji 59 milyon kesan li welatên xwe koçber bûne

Li gorî amarên Netewên Yekgirtî, di du mehan de zêdetir ji heşt mîlyon kesan li hundirê Ukraynayê koçber bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Şer, Pevçûn û karesatên xwezayî sala borî bi milyonan mirov neçar kirin ku di nav welatên xwe de koçber bibin, li gorî lêkolînek ku îro Pêncşemê ji aliyê du rêxistinên nehikûmî ve hatiye weşandin, hejmara giştî ya koçberên navxweyî gihîştiye asteke rekorê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Koçberbûna Navxweyî (IDMC) û Encûmena Koçberan a Norwêcê (NRC) hejmara mirovên ji cîh û warên xwe koçber bûne di sala 2021ê de gihîştiye 59.1 mîlyonî, ku nêzîkê nîvê wan di bin hejdeh salî re ne.

Ev hejmara ku penaberên li derveyî welatên xwe nagirin, her ku diçe zêde dibe û tê pêşbînîkirin ku di sala 2022an de ji ber êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ya ku di 24ê Sibatê de dest pê kiriye, bigihêje asteke rekorê.

Rêvebera Navenda Çavdêriya Koçberiya Navxweyî Alexandra Bilac di konferanseke rojnamevanî de got: “Sala 2022 dê reş be, bi taybetî bi şerê li Ukraynayê re.”

Li gorî amarên Netewên Yekgirtî, piştî du mehan ji destpêkirina êrişa Rûsyayê li ser Ukraynayê, zêdetir ji heşt mîlyon kesan li hundirê wî welatî koçber bûne.

Berûvajî vê yekê, herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di deh salan de kêmtirîn astên koçberbûna navxweyî tomar kirine, ew jî bi kêmbûna şer û pevçûnên li Sûriyê, Lîbya û Iraqê, lê hejmara giştî ya koçberan li wan herêman hîn jî bilind e.

Hîn jî ji ber rewaş şer, hêjmara herî zêde ya koçberiya navxweyî li Sûriyê heye ku di dawiya sala 2021an de (6,7 milyon) hatiye tomar kirin, piştî wê jî Komara Demokratîk a Kongoyê (5,3 milyon), Kolombiya (5,2 milyon), Efxanistan û Yemen (4,3 milyon) tên.

Li Herêma Kurdistanê jî, bi sedan hezar koçber û penaberên Sûrî ji ber rewşa şerê çekdarî, nakokiyên taîfî û milmilayên siyasî û lê bi cih bûne.