Bawermendên ola Sabîe li Hewlêrê merasîma “Pakbûna Zêrîn” li dar xistin

Wêne: Safin Hamed/AFP
Wêne: Safin Hamed/AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Bawermendên ola Sabîe li Zêyê Mezin li nêzîkî Hewlêrê ji bo birêvebirina merasîma “Pakbûna Zêrîn” li hev civiyan.

Bawermendên ola Sabîe yên ku wek “Sabîeyên Mendaî” tê naskirin, ev merasîm li kêleka Zêyê Mezin ku dikeve rojavayê bajarokê Xebatê yê parêzgeha Hewlêrê, pîroz kirin.

Digel ku ji sala 2003an vir ve hejmara Sabîeyan li seranserê Iraqê kêm bûye, ew hîn jî ayînên xwe yên olî pêk tînin, ku pir caran li kêleka çemê Dîcleyê li Nasiriye û Besrayê li başûrê Iraqê tên lidarxistin.

Li gor amarên Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nêzîkî 3 hezar Sabîeyî hene ku 400 ji wan li Hewlêrê ne.

Sabîeyî gelek caran gazinan dikin ku nûnertiya wan a siyasî li Iraqê tune ye.

Serokê Mezheba Sabîeyên Mendaî li seranserê cîhanê Satar Cebbar Hilo di sala 2019an de ji “Al-Monitor” re got: "Hikûmeta Îraqî di wê baweriyê de ye ku tenê çend hezar kes ji me mane, ji ber wê ew guh nade daxwazên me.”