Serokê BCF: Alîkariyên navdewletî yên ji bo penaberan kêm bûne

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand, li Herêma Kurdistanê nêzîkî milyonek aware û penaber hene, lê hejmara rêxistinên alîkariyê yên navdewletî gelek kêm bûne.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed

Hewlêr (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand, li Herêma Kurdistanê nêzîkî milyonek aware û penaber hene, lê hejmara rêxistinên alîkariyê yên navdewletî gelek kêm bûne.

Mûsa Ehmed beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser rewşa alîkariyên ji bo penaber û awareyan, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Ehmed bal kişand ser rewşa alîkariyên rêxistinên navdewletî û got: “Alîkariyên navdewletî gelek kêm bûne, bêguman pirsa Ukrayna û Efxanistanê bandor li ser alîkariyên navdewletî kiriye, hejmara rêxistinên navdewletî li Kurdistanê kêm bûne, saziyên Neteweyên Yekbûyî jî alîkariyên wan kêm bûne.”

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed eşkere kir: “Piraniya penaberan li derveyî kampan dijîn, ne di nava kampan de ne, ji 218 hezar penaberên Kurdên me yên Rojavayê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê ne, nêzîkî 80 hezar penaber di nava kampan de ne, yên din li derveyî kampan dijîn, ewên ku li derveyî kampan in, ji mêj ve ye alîkariyên xwarinê, alîkariyên din bi ser wan de nayên parvekirin.”

Mûsa Ehmed diyar kir: “Alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dilxweşî ve berdewam in û bi awayekî berdewam cenabê Serok Barzanî ew şîret daye me, daye saziyên hikûmetê û cenabê Serokê Hikûmetê jî berdewam tekezî li ser wê yekê kiriye ku em bi hemû cûreyan alîkariya wan bikin.”

Ehmed destnîşan kir: “Heta niha hikûmeta Iraqê ku weke fermî aliyê herî pêwendîdar e, alîkarî nedane penaberên Kurdên me yên Rojava, bi ti awayî xwe nekiriye xwedan, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkar bûye û piştevan bûye, xelkê me bi xwe jî gelek alîkar bûne.”

Ji bilî penaberan, Mûsa Ehmed bal kişande ser hebûna hejmareke zêde ya awareyên li Herêma Kurdistanê û eşkere kir ku hejmara wan digihîje milyonek aware û penaber û hejmara rêxistinên alîkariyê yên navdewletî jî gelek kêm bûye.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser alîkariyên ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê jî eşkere kir: “Mixabin rayedarên Rojavayê Kurdistanê gelek astengiyan çêdikin ku em bikarin alîkariya Kurdên xwe yên li Rojava bikin.”