Zelensky: Rûsyayê herêma Donbas kiriye dojeh

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, Rûsyayê zexta xwe li ser herêma Donbasê zêde kiriye û ew dever kiriye dojeh.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, Rûsyayê zexta xwe li ser herêma Donbasê zêde kiriye û ew dever kiriye dojeh.

Volodimir Zelensky şeva borî vîdeoyek parve kir û dibêje: “Tiştê ku hevbeşên me dikin tenê bexşîn nîne, ew di parastina asayîşa xwe de beşdar dibin û niha Ukrayna girîngî dide parastina hemûyan li dijî Rûsyayê.”

Zelensky eşkere kir, Rûsyayê hewldanên xwe zêde kirine û dixwazin herêma Donbas bi temamş bigrin.

Herwiha destnîşan kir: “Artêşa Ukraynayê kariye pêşveçûna artêşa Rûsyayê li navçeya Kharkiv bide sekinandin û ev jî bûye sedema wê yekê ku Rûs herêma Donbasê bikin dojeh.”

Di vê çarçoveyê de Rûsyayê ragihand, duh pêncşemê 800 serbazên Ukraynî, ku li navçeya pîşesazî ya hesin qayîm kiribûn, derketine derve û xwe radest kirine û bi vî awayî hejmara kesên heta niha xwe radest kirine, gihîştiye 1730 serbazan.

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê eşkere kiriye ku di nava dîlan de 80 birîndar hene.