Serok Barzanî 60 sal in Pêşmerge ye

Pêşmergeyê azadî, demokrasî û pêkvejiyana xelkê Kurdistanê
Serok Mesûd Barzanî
Serok Mesûd Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî roja 20ê Gulana 1962yan, ango 60 sal beriya niha, tevlî rêzên Pêşmergeyê Kurdistanê bûye û di 60 salên jiyana xwe  ya pêşmergeyî de, her dem nirxên netewî û niştimanî parastine û di hemû pile û postên xwe de eşkere kiriye ku ew şanaziyê bi pêşmergebûna xwe dike.

Serok Mesûd Mistefa Barzanî ji malbata Barzanî ye ku malbateke olî û niştimanî ya Başûrê Kurdistanê ye û ev malbata têkoşer, zêdetirî sedsalekê ye li qada tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê têkoşînê dike.

Xebata malbata Barzanî bi rêbertiya Şêx Ebduselam Barzanî yê Yekem û Şêx Mihemed Barzanî û Şêx Ebduselam Barzanî yê Duyem û heta Şêx Ehmedê Barzanî bandoreke mezin li ser tevgera rizgarîxwaz a seranserê Kurdistanê kir.

Bi rêbertiya Mela Mistefa Barzaniyê Nemir şoreşa Barzan derbasî qonaxeke berfirehtir û pêşketîtir bû û partî û saziyên serbazî û rêxistinî, bi awayekî bibandor ketin xizmeta tevgera rizgarîxwaz a niştimanî.

Serok Barzanî di 16ê Tebaxa 1946an de li bajarê Mehabada paytexta Komara Kurdistanê jidayîk bûye, ev jî heman roj e ku Yekemîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Bexdayê hat lidarxistin û General Mistefa Barzaniyê Nemir weke Serokê Partiyê hat hilbijartin.

Bi destpêka êrîşa artêşa Iraqê ya li ser Başûrê Kurdistanê, roja 11ê Îlona 1961ê, bi neçarî xwendinê bi cih dihêle û roja 20ê Gulana 1962yan tevlî rêzên hêzên Pêşmerge dibe.

Di navbera salên 1976 – 1979an de li Amerîkayê di xizmeta bavê xwe Serok Mela Mistefa Barzanî de bû ku bi mebesta tedawiya nexweşiya xwe, li Amerîkayê bû.

Serok Barzanî di sala 1979an de di Kongreya Nehem a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, ji aliyê nûnerên kongreyê ve weke serokê partiyê hat hilbijartin.

Sala 1983an, di Enfalê de 37 kesên ji malbata wî ligel 8000 kesên navçe û eşîra wî, ji aliyê rejîma Sedam Husên ve li biyabanên naverast û başûrê Iraqê hatin jinavbirin û di gorên bikom de hatin windakirin.

Di Raperîna sala 1991ê de rêberê meydanî yê ber bi Kurdistanê bû û plana derixistina hêzên Iraqê ji Başûrê Kurdistanê danî.

Di 7ê Nîsana 1991ê de li derbenda Korê serperiştiya hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê kir ku tê de Pêşmerge destaneke mezin û dîrokî tomar kir û êrîşa hêzên Be'sê ya li Korê têk bir, Destana Korê werçerxaneke dîrokî bû di xebata berxwedan û rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de.

Serok Mesûd Barzanî di sala 1965an de zewiciye û xwedî heşt zarokan e.

Serok Barzanî tevî herdu zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî, zimanên Erebî, Farisî û Îngilîzî dizane û xwendina pirtûkên dîrokî, ramyarî û serbazî hez dike.