Hunermend qedexekirina konser û şanoyên Kurdî şermezar dikin

Li Tirkiyeyê qedexekirina şano û konserên Kurdî ji hêla hunermendên Kurd ve wek sîstematîk tê destnîşankirin.
Şano
Şano

Stenbol (K24) - Li Tirkiyeyê qedexekirina şano û konserên Kurdî ji hêla hunermendên Kurd ve wek sîstematîk tê destnîşankirin û tê amajekirin heta di yasayê de bo zimanê Kurdî statuyekê an jî garantiyeke yasayî neyê dayîn qedexeyên li ser hunera Kurdî dê her berdewam be.

Li Tirkiyeyê bi taybet dema demsala biharê ku zêdetirîn çalakiyên hunerî tê sazkirin dilê hunermandan geştir dibe, saziyên fermî cîh didin konsertan lê hunera Kurdî û hunermendên Kurd ji vê bêpar dimînin.

Herî dawîn konsera hunermend Aynur Dogan ku ji hêla Womex a ku li ser muzîkê saziyeke karîger a cîhanê tê zanîn xelat wergirtibû û li gelek welatên cîhanê konserê dide lê li bajarê Kocaelî ya Tirkiyê hat qedexekirin. Piştî vê li heman bajarê şanoyeke Kurdî û li Mûşê jî bi birayara parêzgariya bajêr konsera Metîn Kemal Kahraman hatin qedexekirin.

Derbarê qedexekirina şano û konserên Kurdî de hinek saziyên fermî hincet nîşan nedan hinek jî dema serlêdanê kêmaniya hin proseduran dest nîşan kirin lê kompaniyên konsertan saz dike van îdiayan red kir û rêkeftina bo konsere beriya mehekê hatibû kirin.

Li gor muzîkjen Vedat Yildirim qedexekirinên çand û hunera Kurdî sîstematîk e.

Muzîkjen Vedat Yildirim ji K24ê re diyar kir: “Em wek koma Bajar û Kardeş Turkuler/Stranên Bira nikarin herin zanîngehan da ku konseran bidin. Em nikarin herin ser sehneyên dezgehên fermî konseran bidin. Em bac û heqên din jî didin lê pêşî li me tên girtin û nahêlin em li wan deran konseran saz bikin. Tenê em bi derfetên xwe hinek cihên zehmet peyde dikin konserê didin. Pştgiriya bo hunera Kurdî tune û di ser de jî zêdebûna nîjadperestî dibe astengî bo huner û hunermendên Kurd.”

Hunermend Diljen Ronî amaje kir cînedana bo konserên Kurdî yek ji pirsgirêkên herî mezin e bo wan, carna fermaneke ji jor de tê û bi vê fermanê konserên Kurdî tên qedexekirin.

Diljen Ronî destnîşan kir: “Bi van qedexeyan dixwazin pêşiya eşqa huner û zimanê Kurdî bigirin û hewl didin tirsekê li nav civakê belav bikin da ku kes neçe konsera Kurdî , kes guhdariya muzîka Kurdî nekin. Bi vî awayî hewl didin ku xelk ji Kurdî dûr bikeve. Lê her çiqas astengî, qedexe bînin ser me jî em ê her dem di xizmeta muzîk û zimanê Kurdî de bin, em ê xebatên hunerî yên Kurdî her dem pêk bînin.”

Berê niha jî gelek caran bi hincetên cuda çalakiyên hunerî yên Kurdan li Tirkiyeyê hatin qedexekirin. Hunermendên Kurd, ji bo pêşî li astengî û qedexeyên li ser hunera Kurdî bi temamî werin girtin balê dikêşînin ser girîngiya statuya Kurdî û dibêjin tekane çare garantieyeke yasayî ye bo zimanê Kurdî.