Di êrîşeke Îsraîlê li ser başûrê Şamê de 3 kes hatin kuştin

Îsraîlê bi mûşekên erd-erd êrîşî başûrê Şamê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Nûçeyan a Sûriyê (SANA) ragihand, di encama êrîşeke Israîlî de li ser hin xalên başûrê Şamê de, 3 kes hatin kuştin û hin ziyanên madî jî bûn.

Jêderekî leşkerî di daxuyaniyekê de ji SANA re ragihand, îro berbangê di 01:23 de, Îsraîlê bi mûşekên erd-erd êrîşek pêk anî.

Wî bal kişand ser wê yekê ku ew mûşek ji aliyê herêma Golanê ve hatine avêtin û hin xal li başûrê Şamê kirine armanc.

Amaje bi wê yekê jî kir, sîstema berevaniya esmanî rûbirûyê mûşekên Îsraîlê bûn û piraniya wan xistin xwarê.

Wî jêderî diyar kir, di encama wê êrîşa Îsralî de 3 kes hatin kuştin û hin ziyanên madî bûn.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, Îsraîlê baregehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li başûrê Şamê kirine armanc.

Li gor Rewangehê, di encamê de 3 efser hatine kuştin û 4 karmendên hêzên Berevaniya Asmanî yên Sûriyê birîndar bûn û ziyanên madî yên mezin bûn.